Sereke

Li Yêrêvanê destbi civîna şêwira Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, ya ortehukumatîyê bûye

Li Yêrêvanê destbi civîna şêwira Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, ya ortehukumatîyê bûye.Ew li komplêksa sportêye ser navê Karên Dêmîrçyan derbaz dibe.T’evî civînê nebûye serokê hukumata Qirqizstanê Mîhamêdkalîy Abîlgazîêv, girêdayî halê li welêtî sîyasîêra.Nîkol Paşînyan bi xwe mêvana pêşwazî dike.Tevî civînê bûne serokên hukumatên Rûsîyayê, Qazaxstanê, Bêlarûsê-Mîxayîl Mîşûstîn, Askar Mamîn, Roman Golovçênko.Anegorî rojevê, welatên endamên Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî wê pirsên girêdayî şuxulkarîya yektîyêra gotûbêj bikin, nava wanda, usa jî hetanî sala 2O25-a planên întêgrasîya Avrasîyayêye stratêcî, pirgirêkên alivêra êlêktronî gotûbêj bikin.Tevbûyên civînê usa jî pirsên li Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, yên derheqa nexweşîya koronavîrûsê û pêşîgirtina wan gotûbêj kirine.Li civînê wê qirara derheqa piştgirîya deranîna eşîyayên welatên endamên Yektîya Avraysîyayêye Êkonomîkî bê qebûlkirinê.Xêncî wê yekê t’evbûyên civînê wê bona gelek eşîya gotûbêjkirina bikin.Endamên welatên Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî têra dibînin îzbatkirina pêşdabirina pirsa çandî-pêşekzanîyê îzbatkin: yê eşîyayên malhebûna gundîtîyê, çerm, pembu bo salên 2O2O-2O21-ê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button