Sereke

Nîkol Paşînyan û Mîxayîl Mîşûstîn derheqa girîngîya sekinandina opêrasîyonên leşkerîda dane dîyarkirinê

Nava doranên civîna şêwira Avrasîyayêye ortehukumatîyêda, ya ku li Yêrêvanê derbaz bûye, hevdîtina tevî serekwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn derbaz bûye.Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî eva seredana birêz Mîşûstîne ewline li Yêrêvanê ye, çawa serekwezîrê Rûsîyayê û bi xemgînî daye dîyarkirinê, wekî ew nava qewilên opêrasîyonên şêrda derbaz dibe.Serekwezîrê Ermenîstanê guman elam kirîye, wekî pêşerojêda serekwezîrê Rûsîyayê wê nava qewilên başqe û atmosifêra başqeda bê Yêrêvanê.Destpêka hevdîtinêda, serokên hukumatên herdu welata halê li Qerebagê pêgdahatî, gotûbêj kirine û derheqa girîngîya sekinandina opêrasîyonên leşkerîda dane dîyarkirinê. Nîkol Paşînyan û Mîxayîl Mîşûstîn derheqa hevkarîya ermenîya-rûsaye kirîn-frotanêda, xeberdane.Serekwezîra dane dîyarkirinê,wekî girîng e ku nava dorana Yektîya Avrasîyaêye Êkonomîkîda hevkarîyê bidine qewînkirinê.Xeberdan usa jî derheqa şerkarîya dijî koronavîrûsê çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button