Sereke

Şêwirdarîyên Yêrêvanê û Bekûyê wê bi dereca wezîrên karên der derbazbin:wezîreta Rûsîyayêye karên der

Li Moskvayê şêwirdarîyên Yêrêvanê û Bekûyê wê bi dereca wezîrên karên der derbazbin.Derheqa wê yekêda RÎA Novostî e’lam dike. Anegorî melûmetîyên anjansê,wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê elamî rojnemevana kirîye, wekî Ermenîstanê û Adirbêcanê bo derbazkirina şêwirdarîya li Moskvayê, derheqa tevbûna xweda îzbat kirine.Duh îzbat bûbû, wekî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye k’arên der, Zohrab Mnasakanyan û Cêyhûn Bayramov, nehê cotmehê t’eglîfî hevraxeberdana kiribû.Serokê Rûsîyayê bang dike ku opêrasîyonên leşkerî, bi armanca hûmanîtarî, bidine sekinandinê, bona ku cinyazên kuştîya û yên dîlketî pevbiguhêrin.Paşê wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan Îv Li Drîan elam kiribû, wekî hevraxeberdanên dora Qerebagê wê h’eyşt û 11-ê cotmehê li Jnêvê û Moskvayê derbazbin. Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên nehe cotmehê, seheta 11:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 35O leşker û 19 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 4369 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 16 helîkoptêr, 162 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 5O8 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button