Sereke
Adirbêcan Hadrûtê bin agirda xweyî dike:wezîrta parastinê
Adirbêcan ne tenê êrîşa berdewam dike, lê usa jî wargên binelîên sîvîl dike hedef.Derheqa wê yekêda berdewaka wezîreta Ermenîstanêye parastinê Şûşan Stêpanyan elam dike.”Eskerên parastinê ji alîye milê başûr êrîşên dijmin didine sekinandinê.Bi wê yekêva tevayî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî bajarê Hadrûtê bin agirda xweyî dikin”,- nava nivîsarêda hatîye kifşkirinê.Alîyê adirbêcana dîsa înformasîyonên feş belav dikin.Wezîreta parastinê elametîya wezîreta Adirbêcanêye parastinê, ku giva alîyê ermenîya berbi nehîyên Tartarê û Agdamê agirbarndinê mîyaser dike, înkar dike.