Sereke

Agirbesta wedelû wê îzbat bibe: hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der ser hevda hatîye

Li Moskvayê, îşev, hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der ser hevda hatîye. Şêwirdarîyên dora halê Arsaxê li mala wezîreta Rûsîyayêye karên dere qebûlkirina derbaz bûne, li kîderê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov jî hazir bûye.Hevdîtin ji deh seheta zêdetir kişandîye, piştî kîjanê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov gotîye rojnemevana, ku alî anegorî van gava bi hevra pevketine:
1.Ji dehê cotmehê seheta 12-a, bi meremên hûmanîtarî agirbest tê elamkirinê, bona pevguhartina dîlên şêr, merivên başqe û cinyaza, anegorî normên Xaçê Navneteîyî Sor,
2.Normên rêjîma agirbestêye konkrêt,
3.Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê bi navçîgarîya hemsedirên koma Mînskê, li ser hîmê prînsîpên hîmlî derbazî hevraxeberdana dibin, ku lez bighîjine helkirina pirsgirêkê,
4.Alî formata şuxulkarîya hevraxeberdana bêyî guhartin îzbat dikin.
Em bêjin, wekî hevdîtin duh nêzîkî seheta 17:3O-yî destpê bibûn û ji deh seheta zêdetir kişandine.Em bîr bînin, wekî serokê Rûsîyayê Vadîmîr Pûtîn bang kiribû, ku opêrasîyonên şêre li dew û doza Qerebagê bidine sekinandinê.Ewî gotibû wekî agirbest gerekê bi armanca pevguhartina dîlên şêr û cinyazên kuştîya bê îzbatkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button