Sereke

Alîyê azêrîya-tirka opêrasîyona leşkerîye pêşîya xwe danî, teribandîye:Arsrûn Hovhannîsyan

Bi şirovekirina wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê, eskerê azêrîya-tirka û têrorîstaye li Arsaxê gerekê bi potênsîyala xweva nava sê-çar rojada ji 3O-î hetanî 4O kîlomêtr ax dagir bikirana.Feqet ew yek li hev nehatîye.Eskerê ermenîra li hev hatîye qewata opêrasîyona êrîşkirinêye ji alîyê azêrîya-tirka û têrorîstada bişkêne.Derheqa wê yekêda Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî rojên şêre ewlin, Adirbêcanê êrîşên diha întênsîv dikirin. “Întênsîvîya opêrasîyona Adirbêcanêye hazirkirî, diha gelekî bilind bû, ya ku ji alîyê hêzên meda hate teribandinê, nenihêrî wê yekê, wekî me hinek tabî unda kirin, lê qewata opêrasîyonê li bakûr û başûr hate teribandinê”,-Hovhannîsyan gotîye.Çi ku derheqa açixîyên azêrîyadane, Hovhannîsyan gotîye,wekî himberî qewata wî şerî, ew gelekî biçûke.”Li alîyê başûr birîgada tanka ya eskerê tirkayî here pêş hatîye xebitandinê. Pirsa qewatên wî cûreyî tenê ya bi deha kîlomêtraye. Dêmek, heger tu awqas qewat nava sê-çar rojada didî xebatê, gerekê bighîjî 3O-4O kîlomêtrî. Heger tu nagihîjî wê yekê usaye opêrasîyon hatîye teribandinê”,-Hovhannîsyan gotîye.Bi xeberdana derheqa elametîyên Elîêve derewe dawî, Hovhannîsyan şikberî elam kirîye,wekî sîstêma Adirbêcanêye leşkerî-sîyasîye serkarîkirinê hatîye teribandinê. “Diqewime bêaçixîyên nava deşta şêrda rast elamî seroketîyê nakin û mînakên wî cûreyî nava dîrokêda gelek hebûne.Diqewime hema ew bi xwe jî ketîye wê telê”,-Hovhannîsyan gotîye.Bi wê yekêva tevayî Hovhannîsyan gotîye,wekî nava qirarên Adirbêcanêye leşkerî- sîyasîda rola welatekî mayîn heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button