Sereke

Bi hesabhilnedana agirbestê, alîyê Adirbêcanê li alîyê Qerexambêylîyê êrîş kirîye

Bi hesabhilnelana sekinandina agire îzbatkirî, ya bona armanca hûmanîtarî, alîyê azêrîya seheta 12:O5 deqe li alîyê Qerexambêlîyê êrîş destpê kirîye.Pareskerên Arsaxê mecalên anegor didine xebatê, ku êrîşê bidine sekinandinê. Derheqa wê yekêda berdewka wezîreta Ermenîstanêye parastinê Şûşan Stêpanyaê nivîsîye.Komên eskerê Arsaxê li ser milê başûr êrîşa didine sekinandinê.Bi wê yekêva tevayî hêzên Adirbêcanê bajarê Hadrûtê topbaran dikin.Elametîya wezîrta Adirbêcanêye parastinê, ku giva alîyê ermenîya Terterê û Agdamê topbaran dike, înformasîyona neraste.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button