Sereke

Leşkereke meye jin heye, ya ku hatîye şêr û zaroka xweye şeş mehyî li cem dayka xwe hiştîye:Arsrûn Hovhannîsyan

Min nasîya xwe daye pênc jinên ku dijî tanka şer dikin.Ew qulixçîyên leşkerîye profêsîyonalin, yên ku mecala dijî tankaye here baş didine xebatê û xwe gelekî baş didine kifşê.Ji agirkirinên wan qet mêş jî nafilite.Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.Bi gotina Hovhannîsyan nava eskerên Arsaxêda hene jinên nîşanngir, yên ku topa didine xebatê û hetanî jinên fermandarê koma hene, yên ku herroj pirsên leşkerî hel dikin û mêrxasîyê didine kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button