Sereke

Adirbêcan peymana agirbestê diteribîne:wezîreta Ermenîstanêye karên der

Li ser hîmê banga serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, nehê cotmehê, di navbera wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan, wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov, wezîrê Rûsîyaêyî karên der Sêrgêy Lavrov li Moskvayê, nava encamê şêwirdarîyên tevayî da elametî hatibû qebûlkirinê.Anegorî wê elametîyê alîya îzbat kiribûn, kö dehê cotmehê seheta 12:OO bi armanca hûmanîtarî agir bidine sekinandinê, bo ku dîlên leşkerî, cinyazên kuştîya pevbiguhêrin, bi navçîgarîya xaçê Sor. Feqet, Adirbêcanê li beşên şêre cuda-cuda opêrasîyonên leşkerî berdewa kir.Derb gîhandine gundên qeza Komara Ermenîstanêye Syûnîkê. Kirinên Adirbêcanêye provokasîyon bi elametîyên sîyasîva tên rêberkirinê, kîjana bi cûrekî mayîn nikarin şirovekin, çimkî Adirbêcan peymana agirbstê diteribîne. Bona ku kirinên xwe veşêre yan jî xwe sofî bike, alîyê azêrîya destbi belavkirina înformasîyayên nerast dike, ku giva qewatên Ermnîstanêye sîlihkirî xeta şêr û gunda bin agirda xweyî dike. Em teribandina peymana derheqa sekinandina agirbestê gunehkar dikin û eşaretîyê didin, wekî temamîya cabdarîya halê pêşdahatî dikeve ser seroketîya Adirbêcanê, ya ku ji alîyê Tirkîyayêda tê piştgirtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button