Sereke

Dijmin nava rojekêda zyana 2OO merivî dîtîye:Hovhannîsyan

Ji neha hetanî dehê mehê seheta 12-a alîyê azêrîya cêrge zîyan dîtîye.Wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan elam kirîye,wekî nava wî wedeyîda, nava şêrda azêrîya 2OO leşker, sê diron, çar heb têxnîka leşkerî û sîlihên mayîn unda kirine.Şeva neh-dehê cotmehê şer diqewimî û alîyê başûr gelek gur bû.Hêzên meye sîlihkirî bersiva wana dane”,-ewî gotîye. Bi gotina Hovhannîsyan, hîmlî agirbes tê xweykirinê. Nenihêrî wê yekê, li cîyên cuda-cuda provokasîya hatine mîyasekirinê û bersiva wan dane. Mesele, Hovhannîsyan cêribandinên dagirkirina Hadrûtê anîne ber çeva yên ku bi açixî derbaz nebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button