Sereke

Em dikarin pêşîya qezîya şerê hemcîhanêyî sisîya bisekinin:Paşînyan

Heger civaka navnetewî bi cûrê anegor bersivê nede, wî çaxî şerê li ser sînorê arsaxîya-azêrîya dikare ji herêmê derkeve û diha berfirebe.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr gotîye têlêvîzîyona almanîye ZDF-ê. “Civaka navnetewî gerekê bi guhdarî dîna xwe bide vî halî.Heger usa nebe em dikarin li ber qezîya şerê hemcîhanêyî sisîya bisekinin. Çimkî min gotîye û ezê dîsa bêjim, ku heger civaka navnetewî, bi taybetî Avropa bersiva vî halî nede, wî çaxî pêşerojêda dikarin li nêzîkî Vîênayê hîvîya Tirkîyayêbin”,- ewî gotîye.Çi ku derheqa kompromîsêdane, bi gotina Paşînyan, ew yek wî çaxî dikare biqewime heger alî bona kompromîsê hazirin. Çawa mesele ewî elametîya hemsedirê koma Mînskêye derheqa sekinandina şêrda anîye ber çeva, ya ku ji alîyê ermenîda tê silavkirinê, lê Adirbêcan bersivê nade.Paşînyan usa jî gotîye wekî piştî sed sala Tirkîya careke mayîn hatîye herêmê ku komkujîya Ermenîya berdewam bike.Cêribandin tê kirinê, ku li Qerebagê paqijkirinên êtnîkî mîyaserkin û ermenîya ji wir derxin, tune bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button