Sereke

Girêdayî têma paşdavegerandina kuştîya û dîlara, koma Mînskê tevî xaçê Sor nava pêwendîyêdane

Koma Mînskê elam dike, wekî gotûbêjkirin tevî xaçê navnetewîyî Sor tên derbazkirinê, bona ku pevguhartina paşdavegerandina cinyaza û dîlketîya lez bê mîyaserkirinê. Hemsedirên koma Mînskê Îgor Popovê ji Rûsîyayê, Stêfan Vînskotîyê ji Fransîyayê, û Êndryû Şofêrê ji ŞAY elametîya wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêhûn Bayramov, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan û wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrove tevayî slav kirine.Wana bang kirîye ku borcdarîyên xwe bi temamî biqedînin.Hemsedir û wekîlê Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê Ancêy Kasprşîk tevî komîtêya xaçê nvanetewîyî Sor gotûbêjkirina derbaz dike girêdayî çareserkirina mêxanîzmên pevguhartina cinyaza û dîlara.Bona mîyaserkirina wana, hemsedirên koma Mînskê bangî alîya dikin ku lez garantîyayên pêwîst, yên bona çareserkirina bêqezîyabûna wê prosêsê bidin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button