Sereke

Ji T’irkîyayê û Îsrayêlê dironên derbgîhandinê tînin Adirbêcanê: wekîlê wezîreta parastinê

Ji Tirkîyayê û Îsrayêlê bin perda anîna eşîyayên hûmanîtarî, bi întênsîvî dironên derbgîhandinê tînin Adirbêcanê, malpera xweye fêysbûkêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan elam dike.”Yek e, emê altkin”,- Hovhannîsyan nivîsara xwe ser hevda anîye.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên dehê cotmehê, seheta 11:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 400 leşker û 2O binelîyên sîvîl bûne cangorî. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 4369 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 16 helîkoptêr, 162 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 508 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button