Sereke

Serekwezîrê Ermenîstanê dewê dike ku êrîşa têrorîstî gunehkar bikin û serbestîya Arsaxê naskin /vîdêyo/

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan rûpelê xweyî fêysbûkêda bersiva vîdêyoya duh belavkirî daye, kîjanêda şedetî derheqa wê yekêda hene, wekî ji alîyê Adirbêcanêda endamên komên têrorîstîye navnetewî tevî opêrasîyonên leşkerî dibin. “Sifetê şerê îroyîn ev e. Yektîya tirka-azêrîyaye dijî Arsaxê wekîlên komên têrorîstîye cuda-cuda berev kirine û didine xebatê.Ermenîyên temamîya dinîyayê gerekê bi mecalên edil vê yekê dayînin pêşîya dinîyayê û ew yek li ser vê rojevê bê merkezkirinê:gunehkarkirina êrîşa têrorîstîye dijî Arsaxê û naskirina serbestîya Arsaxê. Bi wê yekêva tevayî bi hemû mêtodava piştgirîyê bidine Arsaxê, bo ku li ber vê cêribandinê ber xwe bidin”,-Paşînyan nivîsîye

Zêdetir nîşan bide
Back to top button