Sereke

Hinek şedetî hene,wekî li Adirbêcanê hindava cinyazên leşkerên Arsaxê tiştên xirab hatine kirinê: parêzerê Arsaxêyî mafên mêrive

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Artak Bêglaryan derheqa kirinên xirabe ji alîyê Adirbêcanêda, yên hindava cinyazên leşkerên Arsaxê xeberdaye. Hatîye ragîhandinê,wekî parêzerê mafên mêriv gotîye, wekî cinyazên leşkerên Arsaxê bin kontrola Adirbêcanêda hene. “Hene şebdetî, wekî hindava cinyazên leşkera, Adirbêcanê tiştên xirab kirine, yên ku anegorî mafê navnetewîyî hûmanîtarî qedexekirîne.Bêguman, dema ku diha gelekî şedetî hebin, emê wana raberkin”,-Bêglaryan gotîye. Bi gotina wî, ew yek cabdarîya civaka navnetewîye, ku hemû mecala bidine xebatê, ku îzinê nedin, ku barbarîyên wî cûreyî bêne kirinê. “Heger bûyarên usa eyanbin, wî çaxî ji alîyê civaka navnetewîda gerekê cezakirina anegor bê pêşdakişandinê”,-Bêglaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button