Sereke

Li Arsaxê weke sed kirêkirîyên ji Sûrîyayê hatine kuştinê: monîtorînga navenda Sûrîyayê

Wextê pevçûyînên orta Ermenîstanê û Adirbêcanê, 1O7 çekdarên ji Sûrîyayê hatî hatine kuştinê, nava nivîsara navenda monîtorînga Sûrîyayêye mafên Mêrive navnet’ewîyeda hatîye nivîsarê.Tê ragîhandinê, wekî li Qafqasîyayê bona şerkirina dijî Ermenîstanê, hema Tirkîyayê kirêkirîyên ji Sûrîyayê tev kirine.Derheqa wê yekêda usa jî tifaqa ortemiletîyêye navnetewî didine kifşê. Eyan bûye, wekî Tirkîyayê ji bakûrê Sûrîyayê kirêkirî cîguhastî Adirbêcanê kirîye, bona dijî Arsaxê û Ermenîstanê bide xebatê.Anegorî melûmetîya, bona tevbûna tevî opêrasyîonên leşkerî bibin, 15OO-2OOO dolar dane wan.Ev hejmar ne tenê seroketîyên Ermenîstanê û Arsaxê, rojnemevanên navnetewî, wekîlên welatên derekeye mafên mêriv, lê endamên serkarên Sûrîyayê, Fransîyayê, Rûsîyayê, ŞAY-ê îzbat kirine.Fransîyayê û Rûsîyayê xemgînîyên xwe bi dereca bilind elam kirine, bona li zona dew û doza Arsaxê derheqa tevbûna kirêkirîyên ji Sûrîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button