Sereke

Zyana meriva û têknîka leşkerîye mezin gihîştîye dijmin:eskerê parastinê

Eskerê Arsaxêye parastinê ragîhandîye,wekî şebeqê ji alîyê Adirbêcanêda topbarandin destpê bûne. Eskerê parastinê bersiva wê yekê didin.Usa jî hatîye ragîhandinê, wekî şev ji alîyê azêrîyada cêribandinên êrîşkirinê hatine kirinê, yên ku ji alîyê eskerên parastinêda hatine sekinandinê. Dijmin bi taybetî li alîyê bakûr, bakûr-rohilatê û başûr aktîvî daye kifşê. Zyana merivaye mezin û têknîka leşkerî gihîştîye dijmin.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên 11-ê cotmehê, seheta 11:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 400 leşker û 2O binelîyên sîvîl bûne cangorî. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 4719 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 16 helîkoptêr, 165 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 51O tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button