Sereke

Bekûyê pêşda êrîşa ser Qerebagê hazir kirîye:wekîlê Ermenîstanêyî li Organîzeya Netewên Yekbûyî

Adirbêcanê pêşda êrîşa li ser Qerebagê progiram kiribû. Derheqa wê yekêda wekîlê Ermenîstanêyî li Organîzeya Netewên Yekbûyî Mhêr Margaryan wextê civîna organîzeyê gotîye. “Êrîşa wan ya li ser cimeta Qerebagê bi tevbûna Tirkîyayê û usa jî têrorîstên ji welatên der, hatîye mîyaserkirnê”,- Margaryan gotîye. Ewî serda zêde kirîye, wekî berfirebûna êrîşê, qewat û binyatê wê şedetîya wê yekê didin, wekî ew pêşda hatîye progiramkirinê.Bi gotina wî, alîyê azêrîya pêşda bi seda tank, artîlêrîya giran, sîstêmên derbgîhanditnêye rêaktîv, teyarên leşkerî, helîkoptêr û diron dabûne merkezkirinê. “Hevtêkê pêşîya êrîşê Adirbêcanê rîya hewê dabû girtinê, rêzêrva leşkerî dabû hazirkirinê, avtomaşînên sîvîle barbir bona hewcetîyên leşkerî ji binelîya hatbûne stendinê”,-wekîlê Ermenîstanê gotîye.Ewî usa jî serda zêde kirîye, wekî 25-ê îlonê, du roj pêşîya opêrasîyonên leşkerî, wezîreta Airbêcanêye parastinê îzin nedaye, ku dîtindarên organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê li ser xeta pêşin monîtorîngê derbazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button