Sereke

Hêzên tirka-azêrîya naxwezin agir bidine sekinandinê:wezîreta Arsaxêye karên der

Wezîreta Arsaxêye karên der elametî belav kirîye, kîjanêda derheqa teribandinên agirbsta hûmanîtarîye ji alîyê Adirbêcanêda daye dîyarkirinê:
“Neh-dehê cotmehê li Moskvayê bi navçîgarîya Fêdêrasîya Rûsîyayê bi armanca pevguhartina dîlên leşkerî û cinyaza, pevketin hate destanîê, lê eskerê Adirbêcanê, bin fermandarîya Tirkîyayêda û serkarîkirina wê, êrîşên agrêsîv û topbarankirinên têrîtorîya Arsaxê berdewam dike, nava wanda binelîyên edil û avayên sîvîl.Ev agirbesta hûmanîtarî piştî sekinandina agire ji alîyê Arsaxêda, ji alîyê Adirbêcanêda hate teribandinê.Hêzên azêrîya-tirka bi rokêta û topbarandinê li alîyê xeta pêşin êrîşa mîyaser dikin. Tirkîya ji wê yekê paşda nasekine ku bi destî têrorîstên navnetewî û Adirbêcanê pirsên gêopolîtîkîye li Kavkaza Başûr bide helkirinê.Civaka navnetewî gerekê gavên anegor biavêje, ku li herêmê dasekinandina aşîtîyê bide borcdarkirinê. Vî alîda usa jî naskirina serbestîya Komara Arsaxêye ji alîyê civaka navntewewîda gaveke girînge”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button