Sereke

Paşînyan gotîye dîplomata ku bo çi Tirkîya piştî sed sala hatîye Kavkaza Başûr

Duh serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan rastî serokên wekîltîyên dîplomatîye li Ermenîstanê, usa jî Organîzeyên Navnetewî hatîye.Serekwezîr bi hûrgilî derheqa şerê ji alîyê Adirbêcanêda destpêkirî, tevî kîjanî dibe usa jî Tirkîya, raber kirîye. “Li ber çevaye,wekî ev şer wê destpê nebûya, heger Tirkîya tevî wî şerî nebûya.Ez dixwezim guhdarîyê teglîfî li ser wê yekê bikim, wekî opêrasîyonên leşkerî çawa berdewama telîmên tirka-azêrîyaye tevayî destpê bûne.Tevbûna Tirkîyayê û piştgirîya wê, bi fikira min eşkereye.Ew yek ne tenê bi şedetîya lê usa jî bi elametîyên belavkirî tê kifşê.Heya roja îroyîn Tirkîya tevî opêrasîyonên leşkerî dibe.Bo çi Tirkîya piştî sed sala hatîye Kavkaza Başûr.Bi qîmetkirina me, ew bona berdewamkirina komkujîya Ermenî hatîye”,- serekwezîr gotîye.Serekwezîr wekilandîye,wekî Tirkîyayê ji Sûrîyayê çekdar kirê kirine û bi transporta hewê ew cîguhastî zona dew û dozê kirîye.Bi gotina Paşînyan, bona wî zelale, wekî eva sîyasîya Tirkîyayêye, çimkî ermeîyên Kavkaza Başûr bona wan dijwarîya dawîne li ser rîya Tirkîyayêne, berbi rohilatê, berbi bakûr û berbi başûr-rohilatê.Eva sîyasîya dasekinandina împêratorîya tirkîye. “Opêrasîyonên leşkerî careke mayîn dane kifşê,wekî cimeta ermenî, ermenî, ermenîyên Qerebagê li ber qezîya tunebûnê sekinîne.Sîyasîya bombekirina gund û bajarên Qerebagê hema ew sîyasîya hiznekirinêye, ya ku nava 15 salada li Adirbêcanê pêşda çûye.Ber çevaye wekî armanca Adirbêcana fermî, tunekirina ermenîyên Qerebagêye û bi fikira min, sembola vê yekêye here girîng îşê Ramîl Safarove û ez hêvîdarim ku hûn derheqa wê yekêda zanin”,-serekwezîr gotîye.Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî li zona dew û doza Qerebagê nêzîkî krîzîsa hûmanîtarî dibin û mecala here kardar dikare bibe:
1.Qebûlkirina van melûmetîyên fermîye ji alîyê civaka navnetewîda,
2.Naskirina mafê xweqirarbûna cimeta Qerebagê, heyaîya naskirina serbestîyê.
Paşînyan ew gotinên alîyê azêrîya înkar kirine, ku alîyê ermenîya sîstêmên Adirbêcanêye sîvîl dixe. Serekwezîr bîr anîye, wekî piştî banga serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, bi tevbûna wezîrên Ermenîstanê, Adirbêcanê, Rûsîyayêye karên der elametîya derheqa agirbestêda hatîye qebûlkirinê û agirbest ji alîyê Adirbêcanêda nehatîye xweykirinê. “Niha hal serte, bi taybetî li alîyê başûr û agirbest tune. Ermenîstanê rêjîma agirbestê qebûl kirîye û me bin elametîyêda îmze kirîye.Dêmek, agirbest û gavên hûmanîtarî, şuxulkarîya hevraxeberdanaye bi formata hemsedirtîya koma Mînskê”,-ewî gotîye. Serekwezîr razalixî elamî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron kirîye, çawa serokên welatên hemsedirên koma Mînskê, yên ku cedandinên bêqelp didine xebatê, ku zordarîya bidine sekinandinê, usa jî razalixî elamî admînîstrasîya ŞAY-ye bi serkarîya Donald Tramp kirîye. Serekwezîr razalixî usa jî elamî kanslêra Almanîyayê Angêla Mêrkêlê, sedirê şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, kanslêrê Avstrîyayê û serokê Îranê kirîye, yên ku bi têlefonê qise kirine û fikir pevguhartine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button