Sereke

Statûs-kivo çiîye?:Mnasakanyan gotîye ku xala helkirina pirsgirêkêye girîng kîjane

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan li ser wê fikirêye, ku nava bingeha helkirina pirsgirêka Qerebagêda çraeserkirina jîyanê û binelîyên Qerebagêye edil gerekê hebe. “Xweykirina statûs-kivo çiîye? Em gerekê helkirina pirsgirêkêye usa pêşda bikişînin, li kîderê berjewandîyên Qerebagê bêne xweykirinê, yên ku derheqa bêqezîyabûna binelîyadanin û ez derheqa bêqezîyabûna fîzîkîda dibêjim. Niha wextê ku em li vir xeber didin, li wir welatîyên min dibine cangorî.Ew bin derbên dijmida dijîn, binelîyên edil û ew meriv, yên ku bona parastina malbet û malên xwe sekinîne.Em nikarin hindava bêqezîyabûna fîzîkî ya welatîyên me bêdeng bimînin.Ew yek jî gerekê nava helkirina pirsgirikêda bê dîyarkirinê.Mnasakanyan usa jî derheqa girîngîya pêşdakişandina mêxanîzmên monîtorîngêda xeberdaye, yên ku wê îzinê bidin agirbestê xweykin.Zohrab Mnasakanyan usa jî gotîye, wekî niha şêwirdarîyên aktîv derbaz dibin û niha wedekî cabdare. “Ew me, him Ermenîstanê û him jî Qerebagê, nava teribandina agtrbestêda guhnekar dikin.Eva îdî serê çend salaye ku em derheqa mêxanîzmên monîtorîngêda dibêjin, yên ku wê îzinê bidin, ku agirbesta rast bê çareserkirinê”,- Zohrab Mnasakanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button