Sereke

Em wê tabîyê ra qayîl nînin, derheqa kîjanê da Tirkîyayê û Elîyêvê serok raber kirine: Lavrov

Rûsîyayê tu cara Tirkîya çawa hevalkara xwe ya stratêcî hesab nekirîye.Derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, wextê qisa tevî rojnemevana, bersiva wê pirsê daye ku gelo Tirkîya bona Rûsîyayê tifaqdara stratêcî ye, yan na. “Tirkîya hevalkara me ye û nava gelek alîya da hevkarîya me nêzîkî stratêcîyê dibe”,- ewî gotîye.Lavrov daye dîyarkirinê, wekî hewaskarîyên Tirkîyayê yên li herêmê hene û ew yek girîng e ku ew hewaskarî yên qanûnî bin.
“Em wê tabîyê ra qayîl nînin, ya ku Tirkîyayê çend cara raber kirîye û derheqa kîjanê da çend cara jî Elîyêvê serok daye dîyarkirinê. Li vir tu tiştekî veşartinê tune.Em nikarin wê elametîyê ra qayîl bibin, wekî helkirina pirsgirêkêye bi rêya leşkerî heye û destûra wê yekê heye”,-Lavrov gotîye.
Wezîrê Rûsîyayêyî karên der serda zêde kirîye, wekî mixabin, Tirkîyayê karibû fikira wî cûreyî elam bikke û îzbat kir, wekî wê piştgirîyê bide kirinên Adirbêcanê, heya opêrasîyonên leşkerî jî.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button