Sereke

Pêşkêşkirina ermenîyê aqilmend kêfa Sêrj Tankyan anîye: ewî vîdêyo belav kirîye /vîdêyo/

Sazbendê rokêyî eyan Sêrj Tankyan rûpelê xweyî Instagrame-da derheqa şerê Arsaxê û usa jî wan merivada daye dîyarkirinê, yên ku piştgtrîyê didine Ermenîstanê. Sazbend derheqa ermenîkîda gilî kirîye, yê ku avtomaşînên xweye barbir werguhêzî hospîtalên mobayl kirîye.Tankyan nivîsara keça merivê ku pêşkêşkrin kirîye, belav kirîye. “Dîyarîke gelekî başe.Em hemû gerekê emekê xwe bikine nava şuxulê miletê me.Ez bavê xweva firnax dibim, çimkî ewî avtomaşînên bona ariş-vêrişê têradîtî werguhêzî hospîtalê kirine, ku ew li Arsaxê leşkerên birîndar û binelîyên edil xweykin.Koma avtomaşînaye mayîn wê bi cîyê avxwekirinêva jî bê raberkirinê. Ew nasekine. Em jî gerekê nesekinin”,-wê keçê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button