Sereke

Tirkîyayê Kavkaza Başûr bi têrorîstava tijî kirîye:hevpeywîna wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Tevbûna Tirkîyayêye tevî bûyarên li Kavkaza Başûr bo wê yekê ye, ku bi yekalî piştgirîya Adirbêcanê bike û herêmê bi têrorîstava tijî bike.Wextê hevpeywîna tevî têlêvîzîsîona Rûsîyaêye RBK-ê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan gotîye. Bi gotina wezîr, Tirkîya îdî bi aktîvî rola xwe dilîze, lê ew Kavkaza Başûr tevlîhev dike, bi piştgirîya agrêsîya Adirbêcanê û anîna têrorîsta. “Tevbûna aktîve wî cûreyî mera nelazime û em nikarin gavên wî cûreyî qebûlkin”,- Mnasakanyan gotîye.Derheqa vê yekêda ne tenê seroketîya Ermenîstanê û Arsaxê, lê usa jî prêssa navnetewî, teşkîletên mafparêz gotine, lê wekîlên seroketîyên Sûrîyayê, Fransîyayê, Rûsîyayê, ŞAY û welatên mayîn dane dîyarkirinê. Fransîyayê û Rûsîyayê bi dereca here bilind xemgînî elam kirine, wekî çekdarên ji Sûrîyayê anî li zona dew û dozê tevî opêrasîyonên leşkerî dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button