H’emû nûçeSereke

Endamên malbatên wan çekdara, yên ku ji alîyê Tirkîyayêda tên kirêkirinê û wana dişînine Adirbêcanê, derheqa wanda gilî kirine

Endamên malbatên wan çekdara, yên ku ji alîyê Tirkîyayêda tên kirêkirinê û diçin Adirbêcanê, derheqa wanda The Washington Post –êra gilî kirine. Hatiye gotinê ku xebatkarê rojnamê li ser sînorê Tirkîyayê û Sûrîyayê rastî endamên malbatên wan kirêkirîya hatîye, wextê ku 53 cinyazên wan çekdara derbazî Tirkîyayê dikirin, yên ku li ser xeta di navbera Arsaxê û Adirbêcanê hatibûne kuştinê. Bi gotina endamên malbata, ew kirêkirî bûne, yên ku ji alîyê Tirkîayêda li Sûrîayê hatibûne kirêkirnê, bo ku herin û dijî alîyê ermenîya şer bikin. Rojnamê daye dîyarkirinê ku Tirkîya vê yekê înkar dike, lê ew çekdar, wextê axaftinên bi telefonê malbatên xwera gotine, wekî hêzên jialîyê Tirkîyayê miaş bo wan soz dane, lê ew jî ji başûrê Tirkîyayê çûne Adrbêcanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button