Sereke

Piştî dawîbûna şêr, em gerekê bo çi amade bibin?: Babayan mesajên gêopolîtîkayê raber kirine

Şêwirmendê serokê Arsaxê Davît Babayan wextê prês-konfêransê gotiye, wekî Tirkîya ketiye herêmê û hazir nabe ji vir derbikeve. «Tirkîayê fikira derheqa sazkirina eskerê welatên tirkîye tevayî pêşda kişandiye û Adrbêcan êdî gîhîştiye wê”,- Babayan gotiye û bi hêvîdarî serda zêde kiriye ku welatên Asîya Navîn wê tevî wê yekê nebin, çimkî ew nava halekî usadanin, li kîderê hukumên Rûsîayê û Çînistanê qewatin, lê ew welat wê usa bikin ku ew yek neqewime. Çi ku derheqa Rûsîyayê da ye, Davît Babayan gotiye, wekî Rûsîayê êdî dora vê pirsê mesaj hazir kirine. Ji wana yek bi devê wezîrê Rûsîayêyî karên der Sêrgêy Lavrov hatiye belavkirinê.

«Ewî zelal got, ku Tirkîya tu cara hevalkara Rûsîyayêye stratêcî nîbûye. Û got ku ew fikira tirkaye derheqa helkirina pirsêye bi rêya leşkerî qebûl nakin»,- Babayan gotiye û daye dîyarkirine ku diqewime wextê zêdetir  sertbûna hal serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn jî biaxive.

Şêwirmendê serokê Arsaxê bi hêvîdarî gotiye ku zû yan jî dereng şerê bisekine, lê Ermenîstan û Arsax gerekê amade bin ku bi sîasîya anegorî berjewandîyên xwe bikevine nava şerkarîya lehca gêopolîiîkî. Bi gotina Babayan, berjewandîyên Ermenîstanê nêzîkî berjewandîyên Rûsîyayê, Îranê, Çînistanê û ŞAY ne. «Ew çi ku Tirkîya dike, bi wê yekê derb dighîje îmîca ŞAY ya sîyasî, çimkî dendika NATO-ê, hevkara mezin nizanibû ku Tirkîayê bo şêr bê vir. Eger ŞAY zanibû ew êdî tiştekî mayîn e, lê nava elametîyên xweda dibêjin ku nizanibûne»,- Babayan gotiye.

Bi gotina Babayan, Tirkîya dide kifşê ku Amêrîka zeyîf bûye û ew yek wê bêbersiv nemîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button