Sereke

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bangî Tirkîyayê dike ku terka sîlihkirina Adirbêcanê bide

Tirkîya Adirbêcanê sîlih dike û bangên lîstikçîyên navnetewî hesab hilnade. Derheqa vê yekêda katibê ŞAY Mayk Pompêo gotiye, wextê ku ewî bersiva wê pirsa rojnamevan daye ku admînîstrasîya Tramp gavên çawa girêdayî bûyarên Qerebagê ra diavêje.

«Min Trampê serok ra xeberdaye. Em dîna xwe didine wî hemû tiştî li wir çi diqewime.Em gîhîştine hevalkarên xwe yên avropî û gelek welatên dinyayêye mayîn û me gotiye ku agirbest gerekê bibe destpêka helkirina pirsê. Em dîna xwe didine behsên derheqa kuştiyên sîvîl, dîna xwe didine Tirkîyayê, ya ku Adirbêcanê sîlih dike û bangên lîstikçîyên navnetewîye mayîn hesab hilnade ku ji herêmê derbikeve.Em mecalên xweye dîplomatî didine xebatê ku bighîjine agirbestê û helkirina pirsêye li ser mafê navnetewî. Bi fikira min, cedandinên me wê derfetê bidin ku ev hemû tişt bibin»,- Pompêo gotiye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button