H’emû nûçeSereke

Tenê nava beşeke eskerên azêryada 520 çekdarên kirêkirî hebûne

Nenihêrî wê yekê ku Adirbêcan û Tirkîya dîsa înkar dikin ku li Arsaxê hêzên tirkaye sîlihkirî û têrorîstên kirêkiî tevî opêrasyonên şêr dibin, hemû welatên hemsedirên koma Mînskê derheqa wê yekêda êdî nava elametîyên xweda îzbat kirine. Derheqa wê yekêda şêwirmendê serokwezîrê Ermenîstanê, wezîrê parastinêyî berê, Vagarşak Harûtyûnyan gotîye. Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî wextê şerê Arsaxêyî ewlin jî ji alîyê azêrîya gelek kirêkirî tevî şêr bûne. Wezîrê berê document tevî xwe anîbûn û raberî rojnamavana kiriye. Anegorî wan dokûmênta, tenê nava beşeke eskerê azêryada 520 kirêkirî hebûne. Wî çaxî, wextê berevkirina ew meriv berev kirine, yên ku zimanê farisî zanibûne.

Niha jî kirêkirîya ji Sûrîyayê û Lîbyayê tînin Adrbêcanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button