Sereke

Wezîreta Ermenîstanêye parastinê hêvîdar e ku guhdarîya cîhanê wê here ser topbarankirina hospîtala Arsaxê

Wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan hêvîdar e ku ew bûyara li Arsaxê, bombekirina hospîtala Arsaxêye ji alîyê Adirbêcanêda, wê merkeza guhdarîya cîhanêda be. Derheqa wê yekêda Hovhannîsyan wextê prêss-konfêransa 14-ê cotmehê gotiye.

«Îro elametî belav bû ku hêzên azêrîya hospîtala Arsaxê kirine hedef û ew yek gerekê layîqî guhdarîya cîhanê bibe.Gerekê bibînin ku çawa îdarên doxtirîyê dikine hedef, nenihêrî wê yekê ku bona me ew yek tiştê ecêb nîne. Me çend cara ji alîyê wanda kirinên wî cûreyî dîtine. Eger ew dêrê dikine hedef, hospîtalê jî wê bikin»,- Hovhannîsyan gotiye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button