Sereke

Dîlên ermenî hema li Hadrûtê kuştine: şexsîtîya wan eyane

Girêdayî bi barbarî kuştina du binelîyên Arsaxêra, wextê şerê Adirbêcanêyî agrêsîv, îş hatîye vekirinê. Derheqa wê yekêda şêwirmendê serokê mehkema sereke Gor Abrahamyan elam kirîye. Nava torên sosîyalîda îro bi aktîvî vîdêyo belav bûye, li kîderê tê kifşê, ku çawa leşkerên Adirbêcanê li ser merivekî yaşê xweda mezin û yekî genc agir dikin û paşê jî li ser cinyazê wan agirkirinê berdewam dikin. Abrahamyan gotîye,wekî ew herdu meriv binelîyên gundê Hadrûtê bûne, yek sala 1947-a ji dayîk bûye, lê yê mayîn sala 1995-a ji dayîk bûye. Gor Abrahamyan daye dîyarkirinê, wekî ew herdu ji alîyê koma Adirbêcanêye dîvêrsîyonda hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button