Sereke

Zyana dijmine dawî:1 diron, 6 têknîka zirihkirî, 1 teyare, 12O leşkerên kuştî

181 diron
16 helîkoptêr
21 teyare
552 tank û têxnîka zirihkirî
4 TOS
5959 cangorî
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên 16-ê cotmehê, seheta 14:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 6O4 leşker û 32 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 5959 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 21 teyare, 16 helîkoptêr, 181 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 552 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button