Sereke

Berbangê qewatên dijmin usa jî derb gîhandine Şûşîyê: eskerê parastinê

Şev li zona dew û doza arsaxîya-azêrîya halê sincirî hatîye xweykirinê.Derheqa wê yekêda prêssa eskerên Arsaxêye parastinê ragîhandîye.”Nava halê leşkerî-opêratîvîda guhartinên girîng nehatine dîyarkirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê. “Eskerê parastinê elam dike, wekî berbangê agirbesta hûmanîtarî hatîye teribandinê û berbi wargên edil topbarandin destpê bûne. Hîmlî derbên întênsîv gîhandine obyêktên Stêpanakêrtê û Şûşîyêye sîvîl. Bona kerkirina dijmin, qewatên eskerên parastinê cabên anegor dane.Niha halê opêratîvî-leşkerî bin kontrola qewatên eskerên parastinêda ye.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên 16-ê cotmehê, seheta 12:OO-a, rûyê agirkirinên dijmin da 633 leşker û 34 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 5959 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 21 teyare, 16 helîkoptêr, 181 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 552 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button