Sereke

“Dewsa her cangorîkî keçên me wê sê zaroka bînin dinîyayê”:Marîam Mêrabovayê piştgirîya Arsaxê kirîye

Marîam Mêrabova dengbêj, ya ku esilê xweda ermenî ye û li Rûsîyayê dijî, fêysbûkêda wêneyên kal û bavên xwe belav kirine, yên ku ji Ermenîstana Rojavayê hatine û pêra jî serpêhatîya wane taragîk raber kirîye.
“Dîna xwe bidine van meriva, evana kal û bavên minin. Yek kalikê min Mînase û pîrka min Marîame, dora wan jî zarokên wanin. Sala 1915-a herdu zarokên Sogomon, yê kurê mezin, sê salî bûn. Wê salê tirka nîvê malbetê qetil kirin, nava wanda usa jî zarok. Paşê tirka wêneyên xwe tevî serên ermenîyaye jêkirî dikişandin, tê bêjî ew yek destanîn bû…”,- dengbêjê nivîsîye.Mêrabovayê daye dîyarkirinê,wekî sala 1915-a temamîya dinîyayê çevê xwe girt û îzin da, ku tirk wê xirabkarîyê mîyaserkin û niha jî tê bêjî dîrok diwekile.
“Feqet, ew yek wê tirkara li hev neyê. Dewsa her cangorîkî, keçên me wê sê zaroka bînin dinîyayê. Cimeta me gerekê tu cara teslîm nebe. Tu cara.Bila civaka navnetewî acizbûna min qebûlke”,-ewê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button