Sereke

“Emê sînor qewîn xweykin”:parlamêntvana Ermenîstanê Lûsînê Badalyan diçe xeta pêşin

Parlamêntvana ji partîya “Gava min”, spîkêra têlêvîzyonêye berê, Lûsînê Badalyan diçe xeta Arsaxêye pêşin.Ew melûmetî ewê bi xwe malpera xweye fêysbûkêda belav kirîye.”Em diçin, emê Welatê xwe nedin.Bimînin başyêda, emê sînor xweykin. Ez we hemûya hiz dikim”,-parlamêntvanê nivîsîye.Ewê bang kirîye ku bona parastina welêt berbirî komîsîya leşkerî bibin.Parlamêntvanê xeberên Nîkol Paşînyanê serekwezîr raber kirine: “Yazîya Ermenîstanê merivekîva girêdayî ye, ew meriv jî hema tu yî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button