Sereke

Her gaveke dijî yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê wê bersiva anegor bistîne:wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye, girêdayî wê yekêra, wekî topraxa Ermenîstanê ji alîyê Adirbêcanêda bûye hedef.
“16-ê cotmehê êvarê ji alîyê Adirbêcanê dîsa gund û bajarên Arsaxê topbaran kirine, nava wanda usa jî Stêpanakêrta paytext.Nava encamên wê yekêda sê binelîyên gundê Şoşê zyanê ketine.
Bi wê yekêva tevayî ji alîyê sîstêmên Ermenîstanêye parastina hewêda hatîye dîyarkirinê, wekî aparatên bêpîlot li ser qeza Ermenîstnêye Syûnîkê hene, yên ku usa jî derb gîhandine sîstêmên sîvîl.
Zyankêş û birîndar tunene.Tiştekî ber çevaye, wekî çend sehet pêşda alîyê azêrîya înformasîyake feş û provokasîyon belav kir, ku ji alîyê hêzên Ermenîstanêda Nexçêvan torpbaran kirine. Mînanî destnivîsara xweye tardîsîyon, piştî pêla înformasîyonên nerast, agrêsîya dijî Komara Ermenîsîanê qewimîye.
Cêribandinên Adirbêcanêye berfirehkirina cêografîya dew û dozê û bona derbgîhandina sîstêma herêmêye bêqezîyabûnê tiştê guhnekarkirinêye. Her gaveke dijî yektîya têrtorîyayên Ermenîstanê wê bersiva anegor bistîne”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button