Sereke

Nava vî halîda helkirineke pirsa Qerebagê heye, qetandin bo xilazbûnê: serekwezîr gotîye Libération-ê

Nîkol Paşînyanê serekwezîr wextê hevpeyvîna tevî rojnema fransîye Libération-ê elam kirîye, wekî helkirina pirsa Qerebagê heye û ew qetandin bo xilazbûnêye.Serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî rêyeke başqe tune:heger usa nebe, qezîya komkujîyê heye, tunebûna fîzîkî û paqijkirinên êtnîkî wê bên myîasrkirinê li ser wê axê, ya ku wê bikeve bin kontrola Adirbêcanê.
Tericima hevpeyvînê hatîye raberkirinê.
Libération-Birêz serekwezîr, agirbest bo çi kar nake?
Serekwezîr Nîkol Paşînyan-Çimkî Adirbêcanê ew yek înkar kir. Nenihêrî wê yekê, wekî elametî tevayî hatîye qebûlkirinê, lê li ber çevaye,wekî Tirkîyayê îzin nedaye Adirbêcanê, ku pevketina bona agirbestê bê xweykirinê.Çimkî wextê gotûbêjkirina pirsa agirbestê, serokê Tirkîyayê vekirî elam kir,wekî ew hêvîdare, ku Adirbêcanê opêrasîyonên leşkerî nede sekinandinê.Nava vê hemtêkstêda lazime bidine dîyarkirinê, wekî bêyî tevbûna Tirkîyayê şerê destpê nebûya, çimkî Tirkîyayê dest pişta Adirbêcanê xistîye, ku êrîşê destpêke.Tevî êrîşê bûne û niha jî dibin pareskerên tirka.Serkarîkirina opêrasîyona qulixçîyên tirkaye derecebilind dikin û Tirkîyayê ji Sûrîyayê çekdarê kirêkirî û têrorîst cîguhastî zona dew û doza Qerebagê kirine.
Ev yek badîhewa nîbû, çimkî vî hemû tiştî meriv gerekê nava wê seyasetêda lê binihêre ku Tirkîya, bi taybetî, li behra Sipî, Sûrîyayê, Îraqê, Lîbîyayê, nava pêwendîyên tevî Yûnanistanê, Qibrisê mîyaser dike.Ew seyasetîya împêratorîye. Tirkîya paşda hatîye Kavkaza Başûr ku seyasetîya xweye komkujîya Ermenîya berdewamke.Ew bona wê yekê dike, çimkî ermenîyên Kavkaza Başûr li ser rîya Tirkîyayê dijwarîne, li ser rîya wêye berbi bakûr, rohilatê û başûr-rohilatê.
Libération-berdewka wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Şûşan Stêpanyanê nehê cotmehê elam kirîye,wekî li ser xeta pêşin gelek hedefên eskerên Qerebagê hene.Bo çi wextê agirbestê Gence kirine hedef û bi wê yekê binelîyên edil kirine bin rîskê?
Serekwezîr Nîkol Paşînyan- Hûn dibêjin “wextê agirbestê”. Agirbest nebûye.Wextê qayîlîya agirbestê, Stêpanakêrt û wargên mayîn dubare hatine topbarankirinê. Piştî elametîyên welatên hemsedirên koma Mînskê jî, topbarankirinên gund û bajara nadine sekinandinê û eskerê parastina Qerebagê qirar kirîye bersivê bide.Piştî wê bersivê Stêpanakêrt îdî nayê topbarankirinê.Gilî derheqa rojên dûraye.
Libération-Gelo menî ewe, wekî van axirîya We bangî rezedilvana kir, ku bighîjine xeta pêşin.
Serekwezîr Nîkol Paşînyan-Belê. Çimkî eva şerê sîyasîyî rast nîne.Eva cêribandina komkujîya cimeta ermenîye. Û cimeta ermenî gerekê xwe usa biparêze, çawa ku her cimeteke li ber qezîya komkujîyê sekinî.Niha em divînin,wekî helkirineke pirsa Qerebagê heye û ew jî qetandina bo xilazbûnêye, çimkî rêyeke başqe tune. Heger usa nebe, ermenî li ber qezîya komkujîyê, tunebûna bi fîzîkî û paqijkirinên êtnîkî disekinin, li wan dera, kîjan cî wê bikevine bin kontrola Adirbêcanê.
Libération-Hûn ji Rûsîyayê hîvîya çine?
Serekwezîr Nîkol Paşînyan-Rûsîya tifaqdara Ermenîstanêye stratêcîye û usa jî welatê koma Mînskêye hemsedire.Em hîvîya wê yekêne, wekî Rûsîyayê gavên konkrêt û pratîk biavêje bona ku kirinên Adirbêcanê û Tirkîyayêye li herêmê bide sekinandinê.Bi fikira min hemsedirên koma Mînkêye mayîn jî û bi tomerî civaka navnetewî gerekê alî Rûsîyayê bikin.
Libération-Lê ji Fransîyayê hûn hîvîya çine?
Serekwezîr Nîkol Paşînyan-Dîsa ew yek.Feqet, çawa ku gavên Rûsîyayêye li herêma me diha nêzîkin, bi fikira min, Fransîya gerekê nava wan cedandinada piştgirîyê bide Rûsîyayê.
Libération- Ji destpêka dew û dozê hetanî niha piştî 3O-î salî, Ermenîstan hevraxeberdanara qayîle û nava çi qewilada?
Serekwezîr Nîkol Paşînyan-Me li Moskvayê ew qayîlî dest anîye, kîjanêda zelal hatîye şirovekirinê. Bêguman, em bona hevraxeberdana hazirin.Heger ev yek tenê pirsa Qerebagê bûya, hevraxeberdan îdî wê bi navçîgarîya hemsedirên koma Mînskê destpêbûyî bûna.Bo çi destpê nabin? Çimkî Tirkîya pirsa guhartina rêgîyonê û îzbatkirina hukumê xweyî li rêgîyonê hel dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button