Sereke

Qulixçîyê azêrîyayî derecabilind hatîye tunekirinê, dokûmêntên girîng ji wî hatine hildanê: mêrxasên rojên me wê bêne xelatkirinê

Bona mêrxasîya wextê şerê Arsaxêyî nû, bona qulixa xwepêşkêşkirî, ji deha zêdetir qulixçîyên leşkerî bona xelatkirina bilind hatine raberkirinê.Taron Koçaryanê ofîsêrra li hev hatîye parastina pareskerê xwe bide teşkîlkirinê û paşê bi saya opêrasîyonên aktîv, êpêce têknîka dijmine leşkerî û leşker tune kirine.Ewê bi mêdala “Xaçê leşkerî”, ya dereca duda bê xelatkirinê. Bi wî cûreyî Artûr Hovsêpyanê ofîsêr jî wê bi mêdala “Bona mêrxasîyê” bê xelatkirinê. Nava vî şerîda usa jî leşkerên cêrgêda mêrxasîya dikin. Mêrxasîyên wî cûreyî ji alîyê Gor Hovhannîsyan, Vardgês Aloyan, Pêtîk Hûnanyan, Rafayêl Karapêtyan, Hayk Darbînyan, Vahê Sahakyan û Mhêr Danîêlyanda hatine kirinê.Ev leşker bi fermandarîya Mhêr Danîyêlyan derbazî êrîşê bûne û zyaneke mezin gîhandine dijmin.Ew hemû jî wê bi mêdalên derecebilindva bêne xelatkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button