Sereke

Artîlêrîsta bi derbgîandnên rast cêrga nêzîkî 3O-î avtomaşînaye ku dicêribandin êrîşkin xistine: wekîlê wezîreta parastinê

“Dijmin opêrasîyonên êrîşkirinê berdewam kirine.Şerên gur li alîyê başûr qewimîne, lê li alîyê bakûr şer usa gur nîbûye.
Li alîyê başûr êrîşa berfireh destpê bûye û li wir, li alîkî şêr cêrga nêzîkî 3O-î avtomaşîna cêribandîye nêzîk be û êrîş bike, lê bi saya derbgîhandinên artîlêrîyayêye rast, ew hatine lêxistinê û dijmin paşda vekişîyaye”,-wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye. Bi gotina wî, dijmin mînanî berê gelek têknîka zirihkirî nade xebatê. Ew niha aparatên bêpîlot û artîlêrîyayê dide xebatê.
Arsrûn Hovhannîsyan usa jî derheqa wê pirsêda şirove kirîye, ku bona pirsa parastina têrîtorîya Ermenîstanêye hewê wê berbirî Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bibin, yan na?.
“Niha em pirsên parastina hewê bi xwe hel dikin. Min çend cara gotîye, ku emê bi xwe şerê xwe bikin, emê bi xwe axa xwe biparêzin.Heval û tifaqdarên me dikarin alî me bikin, lê dewsa me wê şer nekin”,- Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button