Sereke

Bona teşkîlkirina seredana Zohrab Mnasakanyane li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî xebat tên mîyaserkirinê

Bona teşkîlkirina seredana wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyane li Waşîngtonê, xebat tên mîyaserkirinê.Derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Varûjan Nêrsîsyan elam kirîye.Nêrsîsyan bi hêvîdarî gotîye, wekî seredana Mnasakanyan wê nava vê mehêda derbazbe, nava doranên kîjanêda hevdîtina tevî katibê ŞAY-yî dewletê Mayk Pompêo têra tê dîtinê.Hevdîtin nava doranên dîyaloga hersaleda, ya ŞAY û Ermenîstanê, têra hatîye dîtinê, lê li ser fona sertbûna halê li zona dew û doza Qerebagê ew kemaleke nû dest tîne.Em bîr bînin,wekî çend roj pêşda Mayk Pompêo wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyonê gotibû, wekî Waşîngton hêvîdare ku ermenî wê bikaribin li Qerebagê xwe biparêzin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button