Sereke

Pareskerên parastina Arsaxê çar tankên dijmin xistine

Li alîyê başûr pareskerên Arsaxê çar tankên dijmin xistine. Derheqa wê yekêda berdewka wezîreta Ermenîstanêye parastinê Şûşan Stêpanyanê elam kirîye. “Li alîyê zona dew û dozêye başûr dijmin dirona û artîlêrîyayê dide xebatê”,- ewê fêsbûkêda nivîsîye.Em bêjin, wekî îro şebeqê hatibû elamkiriênê, wekî ji seheta O7:2O deqeyî, hêzên azêrîya, piştî topbarankirina aktîv, derbazî êrîşê bûne.Ji herdu alîya jî kuştî û birîndar hene.Şûşan Stêpanyanê elam kiribû, wekî dijmin bona zeftkirina tabîyên ku wanra dest didin, êrîş destpê kirîye. Me duh dabû dîyarkirinê, wekî wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kiribû, wekî herdu alî qirar kirine ku ji 18-ê mehê şev seheta 12-da agirbesta hûmanîtarî îzbatkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button