Sereke

Ermenî li ser rîya Tirkîyayê dijwarîya dawîne: hevpeyvîna Paşînyan tevî “Frans 24”-ê

Wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona “Frans 24”-ê, wextê dayîna bersiva pirsa derheqa tevbûna Tirkîyayêye tevî dew û dozê, Nîkol Paşînyanê serekwezîr gotîye wekî gelek welat, nava wand usa jî Welatên Hemsedirên koma Mînskê îdî qebûl kirine, wekî Tirkîya tevî opêrasîyonên leşkerî dibe û Tirkîyayê ev opêrasîyon teşkîl kirine.
“Gelek wekîlên civaka navnetewî, welatên Rûsîyayê, Îranê, Fransîyayê û welatên mayîn qebûl kirine, wekî Tirkîya ji Sûrîyayê çekdarên kirêkirî û têrorîst ji Sûrîyayê cîguhastî Adirbêcanê kirine ku êrîşê dijî Qerebagê destpêkin.Ez zelal dibêjim, ku Tirkîya piştî sed salî paşda vegerîyaye Kavkaza Başûr, ku sîyasîya xweye komkujîyêye dijî ermenîya berdewamke.Feqet armanca pragmatîk jî heye, çimkî ermenîyên Kavkaza Başûr li ser rêya Tirkîyayê ya berbi bakûr, rohilatê, û başûr-rohilatê dijwarîya dawîne”,-Paşînyan gotîye.
Serekwezîrê Ermenîstanê şêwir daye civaka navntewî ku dîna xwe bidine tabîya Tirkîyayêye li behra Sipî, Sûrîyayê, Yûnanistanê, pêwendîyên tevî Qibrisê. Paşînyan usa jî bîr anîye,wekî ewî dîsa gotîye, ku heger ev hemû tişt layîqî qîmetkirinê nebe, wî çaxî Avropa gerekê nêzîkî Vîênayê hîvîya Tirkîyayêbe.
Çawa her kirineke pirsêye girîng, serekwezîr gotîye,wekî formûla “qetandin boy xilazbûnê” lazime bidine xebatê û serbestîya Qerebagê naskin.
“Civaka navnetewî gerekê serbestîya Qerebagê naske.Û ez şame, wekî li ser dereca xweserkarîkirina cî, şêwirên bajaraye li Avropayê ev prosês destpê bûye. Em hêvîdarin, wekî ewê mîna pêlekê belav bibe”,- ewî gotîye.
Çi ku derheqa hazirîya alîyê ermenîyaye bona berhevdaxustinadaye,Paşînyan gotîye,wekî ewî cêribandîye kompromîsê pêşnîyarke, lê wextê prosêsên hevraxeberdana eyan bûye, wekî Adirbêcan, niha jî Tirkîya naxwezin ji sîyasîya komkujîyê paşda bisekiin.
“Adirbêcan, niha jî bi piştgirîya Tirkîyayê û têrorîsta, pirs danîye pêşîya xwe, ku komkujîya ermenîyên Qerebagê bide mîyaserkirinê”,-Paşînyan gotîye”,- heger kesek difikire, wekî alîyê ermenîya gerekê bi yekalî berdaxustina bike, wî çaxî ew derheqa kapîtûlyasîya alîyê ermenîda dibêje. Ew yek helkirina pirsê nîne. Min pêşnîyar kirîye, ku em helkirina pirsê fem bikin û min gotîye wekî helkirina pirsê gerekê bona cimeta Ermenîstanê, cimeta Qerebagê, cimeta Adirbêcanê jî ya qebûlkirinêbe”.
Paşînyan gotîye,wekî Adirbêcan bi rastî naxweze hevraxeberdana derbazke û dîsa tabîya xwe berdewam dike, dibêje, wekî helkirina pirsê gerekê tenê bona Adirbêcanê û cimeta Adirbêcanê ya qebûlkirinêbe û ew jî dide kifşê, wekî Qerebag gerek bi paqijkirinên êtnîkî ji ermenîya bê paqijkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button