Sereke

Gelo şer dikare pirsa statûsa Qerebagê helke, belê, heger nava şêrda bighîjine açixîya: Nîkol Paşînyan

Ev şer bona statûsa Qerebagêye û ew dikare pirsa statûsê helke, heger nava şêrda bighîjine açixîya.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“1.Ev şera bo çiîye? : bona statûsa Qerebagê.
2.Gelo me dikaribû xwe ji vî şerî dûr xista?: belê, heger me ax teslîmkira û statûsa Qerebagêye neeyanva qayîlbûna, bi wedê neeyan, nava qewilên tunbûna mêxanîzma rastkirina statûsê.
3.Gelo meyê bikaribûya bi rêya hevraxeberdana bighîştana statûsa Qerebagêye qebûlkirinê?: na xêr, çimkî mecala wêye dawî sala 2O11-a li Kazanê îdî ser hevda hatibû.
4.Em dikarin vî şerî bidine sekinandinê? : bi têorî dikarin, anegorî cûrê xala duda, diqewime hinekî bi cûrê xirab.

  1. Gelo şer dikare pirsa statûsa Qerebagê helke?: belê, heger nava şêrda bighîjine açixîya.
  2. Gelo em nava şêrda dikarin bighîjine açixîya?: belê, heger dora wê armancê potênsîyala miletîyê berevkin û bi cûrê xwepêşkêşkirinê berbi wî meremî herin”,-serekwezîr nivîsîye.
Zêdetir nîşan bide
Back to top button