Sereke

Gelo dikarin cinyazên dijmin bona dûrmayîna ji nexweşîya teslîmî axêkin?

Alîyê ermenî nikare ji axa di navbera tabîyada cinyazên dijmin berevke û teslîmî axêke, heger qezîya pêşdahatina nexweşîya jî hebe, çimkî gerekê atmosifêra bêqezîyabûnêye tam hebe.Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnemevana wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.
Em nikarin nêzîkî cinyazabin, çimkî emê bikevine bin agirkirinên dijmin.Bona destpêkirina wê şuxulkarîyê, me qewilên zelal, heya hazirîya dîtindarên navnetewî, pêşda kişandine”,-Hovhannîsyan gotîye.
Em bîr bînin, wekî çend roj pêşda şêwirmendê serokê Arsaxê Davît Babayan elam kir,wekî li hinek beşên şêr rûyê gelek cinyazên dijminda halekî xirab pêşda hatîye, çimkî qezîya pêşdahatina nexweşîya mezine.
Rûyê hiştina cinyazaye li wandera, qewila bona terewila saz dike ku ew bi xwerina wan cinyaza nexweşîyên xirab belav bikin.Gerekê bîr nekin, wekî li wir usa jî çemê Erez nêzîke, bi kîjanî ew nexweşî dikarin belav bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button