Sereke

Paşînyan kemala lêxistina dirona tirkîye «Bayraktar», ya li ser têrîtorîya Ermenîstanê ketî, şirove kiriye

Nava şêrda eskerê parastina Arsaxê nêzîkî 10 dironên tirkîye «Bayraktar» xistine. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr fêysbûkêda nivîsîye.
«Ji wan dironên lêxistî tu yek li ser têrîtorya bin kontrola Eskerê Arsaxêye Parastinêda neketibûn»,-Paşînyan nivîsîye.
Serekwezîr usa jî gotîye ku parçên dirona tirka ketine destê alîyê ermenî, li ser kîjana dîyar e ku meha îlonê hatîye çêkirinê, lê kamêra wêye wedê niha meha hezîranê, li Kanadayê hatîye çêkirinê.
“Bi çiva ev yek grîng e: şedetî heye ku Tirkîya tevî şerê têrorîstîye dijî Arsaxê dibe û piştgirîyê dide. Û ew welatên ku bona “Bayraktar”-ê parça çê dikin, gerekê dîna xwe bidne gava Kanadayê û dayîna wan parça bidine sekinandinê”,-Paşînyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button