Sereke

POLITICO : 23-ê cotmehê wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der wê li Waşîngtonê rastî Mayk Pompêo bên

23-ê cotmehê wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der wê li Waşîngtonê rastî Mayk Pompêo bên.Derheqa wê yekêda POLITICO-ê ragîhandîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî hela hê eyan nîne ku hevdîtina wezîrên van herdu welataye dualî wê derbazbe, yan na, yan jî li wir wê bicêribînin hevdîtina sêalî teşkîlkin. “Feqet seredanên wanaye hema roja kifşkirî tê bêjî didine kifşê, wekî ŞAY cedandinên bona milahîmkirina dew û doza destpêbûyî dide aktîvkirinê”,-rojnemê nivîsîye.
Ev rasthatin usa jî mecalê dide admînîstrasîya Tramp ku çend roj pêşîya hilbijartina, li ber dinîyayê cêribandina rêberîya Amêrîkayê bide kifşê. Anegorî dokûmêntên hukumata ŞAY, wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov wê şebeqa înîyê rastî Pompêo bê. Piştî wê yekê Pompêo wê rastî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan bê.
Baylozê Adirbêcanêyî li ŞAY Êlîn Sûlêymanov gotîye,wekî diqewime li Waşîngtonê usa jî hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button