Sereke

Dew û doza Qerebagê nikare bi rêya leşkerî bê helkirinê:elametîya wezîreta Îranêye karên der

Dew û doza Qerebagê nikare bi rêya leşkerî bê helkirinê.Alî gerekê bi rêya hevraxeberdana pirsa helkin. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Îranêye karên der Seyîd Xatîbzadê wextê qisa tevî RÎA Novostîyê fikira wî cûreyî elam kirîye.
“Em difikirin, wekî şerê tu cûreyî dew û dozê hel neke.Tenê bi rêya hevraxeberdana dikarin bighîjine aşîtîya qewîn”,-ewî gotîye û serda zêde kirîye, wekî hema bo wê yekê jî Îranê piştgirîya xweye nava helkirina pirsgirêkêda pêşnîyar kirîye.
Ewî usa jî gotîye, wekî Îran her dem piştgirîya yektîya têrîtorîyayên Adirbêcanê kirîye û ew gumanin, wekî alî wê nava atmosifêra edilda hevraxeberdana berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button