Sereke

Krêdîtorên navnetewî hazirin awqas pere bidine Ermenîstanê, çiqas pêwîstbe

Krêdîtorên navnetewî hazirin awqas pere bidine Ermenîstanê, çiqas pêwîstbe. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye fînansa ragîhandîye. “Ermenîstan wededa, bêyî dijwarîya, nenihêrî ku li ser sînorê arsaxîya-azêrîya şere, deynê xwe dide serkarîkirinê. Bi wê yekêva tevayî deynên nû tê hildanê û tê xebitandinê. Wezîreta fînansa dide bawarkirinê, wekî krêdîtorên navntewî hazirin awqas pere bidine Ermenîstanê, çiqas pêwîste”,- nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê.Anegorî melûmetîyên wezîreta fînansaye dawî, niha deynê Ermenîstanêyî dewletêyî der şeş mîlîyard dollare, lê yê hundur mîlîyardek 9OO mîlîon dolare.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button