Sereke
Adrbêcan dijî Arsaxê usa jî stansîayên çêxîye artîlêrîayêye 152mm-ê dide xebatê

Adrbêcan dijî Arsaxê usa jî stansîayên çêxîye artîlêrîayêye 152mm-ê, yên bi navê DANA, dide xebatê. Bin destê eskerê parastinêda ew şedetî hene. Hatiye dîyarkirinê, wekî ew stansîayên artîlêrîayê nava navnîşa pareskerekî Adrbêcanêda nin û ew yek dide kifşê, wekî ji 27-ê îlonêda destpêkirî, bi saya derbên eskerê parastinê, artîlêrîya Adrbêcanê zyaneke mezin ketîye.
Em li vir wêneyên cesûsîyê, yên dîvîzyona wan stansîayên azêrîaye DANA, raber dikin.