Sereke

Berdewka serekwezîrê Ermenîstanê fikira serekwezîre derheqa helkirina pirsgirêkye bi rêya edil şirove kiriye

Ermenîstan bona helkirina pirsgirêka Qerebagêye bi rêya edil hazbr e û cedandinên hemsedirên koma Mînskê, bi taybetî yên Rûsîyayê, bilind qîmet dike. Derheqa wê yekêda berdewka serekwezîr gotiye.
He pêşda serekwezîr bi weşana fêysbûkê gotibû, wekî nava vê êtapêda axaftina derheqa helkirina pirsêye bi rêya diplomatic bêfeyda ye. Gêvorgyanê gotiye, wekî Paşînyan gotiye ku Ermenîstan her dem jî amade bûye ku bi rêya berhevdaxystina pirsgirêkê bidne helkirinê û niha jî amade ye. Bi gotina wî, Adrbêcan helkirina pirsêye bi rêya leşkerî hesab dike û agirbestê jî diteribîne.
«Bo wê yekê jî cimeta ermenî gerekê potênsyala xweye parstinê berev bike bona ku nava enîya dîplomatîda bikaribe dengê xwe biparêze. Ermenîstan hazir bû û niha jî hazir e bo helkirina pirsgirêkêye bi rêya edil û cedandinên hemsedirên koma Mînskê, bi taybetî yên Rûsîayê, bilind qîmet dike»,-berdewkê gotiye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button