Sereke
Rûsîyayê hetanî îro tiştê herî zêde kirîye: serekwezrê Ermenîstanê

Duh weşana fêysbûkêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa pêwendîyên Ermenîstanê û Rûsîyayêda xeberdaye û rola Rûsîyayêye nava pirsgiêka Qerebagêda daye dîyakirinê.Ewî gotîye,wekî ew hevkarîya Ermenîstîanê û Rûsîyayê bilind qîmet dike.
Em piştgirîya Fêdêrasîya Rûsîyayê texmîn dikin, çawa tifaqdara Ermenîstanê û cimeta ermenîye stratêcî.Di navbera herdu welatada hevkarî heye û em bi cûrê kardar hevkarîyê dikin, ku ji vî halê pêşdahatî der bikevin”,- serekwezîr gotîye û bîr anîye,wekî Fêdêrasîya Rûsîyayê hemsedira koma Mînskêye.Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî herdu alîyava jî Rûsîyayê hetanî roja îroyîn tiştê herî zêde kirîye û bi guman gotîye,wekî vir hada jî wê usbe. “Nava vê pirsêda şikberî tune”,-ewî gotîye.